Berêz Keça kurd.
Berêzan malbata M. Ehmed.
Bi dilên xemgîn me nûçeya
koça dawî ya hevalê me mamoste M. M. Ehmed bihîst.
Di vê dema ku xemgînî me diguvêşe de, em hêvî
ji xwedayê dilovan dikin, ku rehmetî bi dilovaniya xwe hembêz
bike, û we û me jî bê aram nehêle.
Bi rastî mirina vî hevalê me ne tenê ji bo we û
malbata wî ziyana giran e, belê ji bo hemî gelê me,
wek tevgera rêzanî, rewşenbîr, nivîsevan û
tevgera wêjeyî jî ziyaneke zor giran e, ku daxa wê
dê heya demeke dûr û dirêj neyête kewandin.
Qehremanî ne ew e, ku mirov her armancên xwe di jiyana xwe de
pêk bîne, belê qehremanî û serfirazî ew
e, ku mirov ramanekê di jiyana xwe de peyda bike, û pê bawer
be, û ta roja dawî ji bo wê ramanê, bê west,
bixebite, û li ser piyan pêşberî mirinê raweste.
Dijwariyên 75 salan nikarîbûn baweriya evî hevalê
me bihejîne, û nexweşiya rûreş nikarîbû
hêza wî qels bike, lewre jî her dilsozê wê baweriyê
ma.
Komîta xelata Osman Sebrî.
Malbata mamuste Mihemedê Mele Ehmed li welêt û derve!
Mamusta Mihemedê Tûj welatperwerekî navdar û bêhempa
bû û hemû jiyana xwe gurî azadiya netew u welatê
xwe kir. Herkesî dizanî çendî ew meruvekî dirust,
rastgo, mêrxas, bîrwer û canfîda bû. Herçendî
ew ji gelê kurd re çira siyarbûn û rêberiyê
bû, ew herwiha dibstaneke çandî, siyasî û nistîmanperweriyê
bû.
Bêgûman, barkirina wî ji nav me xisareke gewre ye, lê
miletê kurd law ên xwe yên qehreman ên mîna
Mihemedê Tûj, di dilê xwe de diparêze û ked,
xebat û tekosîna wan tucar jibîr nake.
Em bi we re xemgîn û diljikestî ne û sersaxiyê
ji wer re û gelê xwe re dixwazin.
Hezar silav li giyanê pakê mamusteyê me yê gewre û
birayê me yê dilovan Mihemedê Mele Ahmed bin û cihê
wî her buhist be.
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
Rêxistina Ewropa
2009-09-30
Endam ü Birevebiren Komela Kurden Surî li
Berlin / Brandenburg,
Pîrr dilxemginin bi kocbarkirina Mamosta ye nemir
Mihemede Mele Ehmed ji ve jiyane,u em bibawaren ku ew niha gehiste hevalen
xebate, u di nava reza welatparez u nistimanperweran yen ku behevra Re u Doza
tevgere li rojavaye Kurdistane danibun cihe xwe dibine.
Bi mirna vi xwes meri, ziyaneke mezine ji bo civata milete me u pisgirek giring
winda bu.
Em bejna xwe nizim dikin lipes canfidakari u xebata 60 salan ya vi xwes cameri.
Malbata wi sax be u Kurdistan aza u ava be.
Komita birevebir
Komela Kurden Suri li Berlin/ Brandenburg
Berlin, den 30.09.09
Behîname
Malbata Mele Ehmed
Xwiska Keça Kurd
Malbata Buhustî Mihemed
Bi dilekî tev kul û kovan, me nûçeya koçkirina
kesayetiya, welatparêz û xebatkarê payebilind Mihemedê
Mele Ehmed, li derveyî welêt bihîst.
Buhustî Mihemed, di malbateke welatparêz de xwedî û
perwerde bûye. Pistî ku wî çavên xwe li jiyanê
vekirine û bîrewer bûye, zor û sitema li ser gelê
xwe dîtiye, ew tevî rêzên tevgera kurdî bûye,
zend û bendên xwe vemaltine, bi dilsozî û hismendî
daketiye qada kar û xebatê. Bi wêrekî, dengê
xwe dijî sitemkarî û zordariya ku li ser gelê Kurd
dihate bikaranîn bilind kiriye, ciwaniya xwe di vê rêya
pîroz de winda kiriye û li zindanên destelata Sûriyê
bûye mêvan.
Digel hemî dijwariyên jiyanê, buhustî Mihemed rêya
bîr û baweriyên xwe bernedaye, her û her, ta roja
dawiyê ji temenê xwe, ew girêdayê doza gelê
xwe ya dadmend û rewa maye.
Serê gelê Kurd sax be
Serê malbat û zarokên wî xwes be
Cihê wî buhust be!.
Kovara PIRS Wesana NEWROZ
Sûriyê 01.10.2009z-2621K
Hevala hêja Keça Kurd,
Ez bi xemigînî wefata Mihemmed Melle Ehmed hîn bûn.
Ez ji dil ji te re sersaxî û sabrê hêvî dikim.
Emê di bultena xwe ya vê mehê de vê nûçeya
giran biwesînin.
Tevî gelek silavan û hêviya biserketinê,
Pervîn Cemîl
Buroya Kurdî
Xûska hêja û mamosta rêzdar Keça Kurd..
Bi dilekî bi ês û bi keder û xemgîn min nûçeyê
koçkirina mamosteyê nemir û welatparêzê gewre
Mihemedê Mele Ehmed bihîst.
Ez bi navê xwe û bi navê malbata xwe sersaxiya we dikim.
Çûna mamoste cihê dilxemgîniyê ye ne ji malbata
wî tenê re; belê, çûna wî ziyanek pir
mezin ji gelê Kurd re bû.
Careke dî bila serê we û malbata wî sax be û
bila Xwedê wî bi mehderî û dilovaniya xwe sah bike.
Bila serê gelê Kurd sax be.
Birayê we
Dilawerê ZENGÎ
Sam/Sûriya
2/10/2009
Silav û rêz xweha min î ezîz keça Kurd,
bi dilekî tije xem, min nûçeya wexerkirina hevrê
yê we, seydayê me, seydayê kurdayetiyê
mamoste Mihemed Mela Ehmed bihîst. Bêguman di van rojên
wisa de, mirov ên bi hêz û xwedî îrade, dikarin
vê xema giran sivik bikin. E
Ez hêvîdar im, ku cihê wî buhushta rengîn be.
Xwishka min î ezîz,
Ev nûçeya diltezîne, dilê miletê me yê
welat û nishtîmanperwer nexweshkir û dilê dijminê
gel û welatê me xwesh kir, çimkî seyda xwedî
pênûsa rasteqîne bû. Ez behwer im, eger mirov neçavkûr
be, wê bizanibe, ka cihê vî xwedêjêrazî
di nav gelê wî de li kû ye.
Di roj ên wisa de, pêdivî ye mirov li kêleka hev be,
xeman bi hev re par bike. Em hevpishika xema we ne. Min dixwest ez bêm,
lê ji ber bihiya min jî heye û mêvan tên, daxwaza
lêbuhurînê dikim.
Bila serê we sax be û cihê wî buhusht be.
Birayê we
Tengezarê Marînî
bi dilekî xemgîn, û bi bawerieke mezin bi cihê bilind
yê ku dê rehmetî di jiyana me de qezenc bike, em sersaxiya
malbata we hemûyan, kech û xort, ciwan û saldaran dikin.
aramî ji bo we û cihê bilind ji bo rehmetî.
Silav
Jan Dost
www.jandost.com
JI MALBATA NEMIR MUHEMED MELE EHMED RE
Xuska hêja Keça Kurd
Bi ês û keder û bi dilekî xemgîn me nûçeya
koçkirna mamostayê nemir û welatparêz M.MELE EHMED
bihîst.
Ez binavê malabata Cegerxwîn serxwesiya we dikim, me heval û
dostekî xwe winda kir û her û her wê di dilê
mede bimîne careke dî bila sere we û malabata sax be û
xwedê wî bi dilovaniya xwe sah bikî.
Bila sere gelê gurd sax be.
Stockholm 01.10.2009 Swêd
MALBATA CEGERXWÎN
Keyo Cegerxwîn
Helbestvana hêja Keça Kurd
Silav û rêz
Bila serê we sax be
Sebir û aramiyê ji we re dixwazin
Bila cihê mamosta buhusht be
Birayê we
Husên M. Hebesh
Bi dilekî xemgîn me koça dawî a rêzanvan û
nivîskar mamoste Mihemed Mele Ehmed bihîst, helbet bi vê
xatirxwestina wî ya dawî ji vê cîhana me valahiyeke
balkêş bi dû xwe ve hişt, ji lewma koça wî
ya dawî ne tene ji malbata wî re xisar bû, lê belê
ji tevayiya miletê me re xisar bû.
Em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin, bela serê miletê
Kurd saxe be û Xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike.
Komela Newoz a çanda kurdî li Hannover
30.09.2009
Dema we xweş!
Hêvîdarim van çend gotinên sersaxiyê di malpera
xwe yî bi nirx de biweşînin.
Xuşka hêja Keça Kurd!
Bi navê xwe û hevjîna xwe Gulşa, sersaxiyê ji
we re dixwazim. Mamoste - Xweda jê xweş be - ji bilî têkoşîna
rêxistinî, di warê wêje û zimanê kurdî
de jî tiştê jê hat kir. Weke kêm kesên
ku xwe bi rewşa gelê xwe ve mijûl dikin, mamoste, piştî
ku ji zindanê derket, serpêhatî û ezmûnên
xwe nivîsandin daku nifşên li pey wî werin sûd
jê bigrin. Mirov ne bi hemû bîr û baweriyên
wî re be jî, lê rehmetî cihê rêzê
bû. Xweda wî bi dilovaniya xwe şa ke.
Dîsa sersaxî û aramiyê ji we re dixwazim.
Dr. Heznî Haco
Malbata rehmetî Mihemed Mele Ehmed li welat û dervî welat
Helbestvana hêja Keça Kurd
Silav û rêz
Bi dilekî sar û xemgîn me koçkirina dawî a
mamoste Mihemed Mele Ehmed bihîst, Yezdanê gewre wî bi dilovaniya
xwe şad bike, rehma xwe lê bibare, cihê wê bihişta
rengîn be.
Bela serê we sax be, yên mayî di xêr û xweşiyê
de bij`in.
Eve karê dinyê… Ev rê li pêşiya me teva
ye… Dinya wilo hatiye û wê wilo derbas bibe..
Birayê we
Konê Reş
Qamişlo 30/09/2009
Xuşka hêja keça kurd
Kurdên welatperwer
bi dilekî xemgîn û melûl me koça dawî
ya siyastmedar û rewşenbîrê kurd mihemedê mele
ehmed bihîst
wê bihiştî be xwedê jê razî ji ber ku jiyana
xwe di xizmeta mietê xwe de bûrand
bila sere kurdan sax be û bi taybet sere te û malbata wî
Ebdilsemed Mehmûd
Bavê helbest
Qamişlo 30/9/2009
Berêzan,
mixabin me îro ji mirina mamhostad Mohammad Mullah Ahmad bihîst
-
Sersaxî, serxwesî û berkeftina me bo hemû mala We bin!
Abdallah Osman - Berlin.
30.09.2009
Xwîşka hêja Keça kurd
Berêzên hêja malbata Mele Ehmed
bi dilekî melûl û xemgîn me koça
welat parêz û nivîskar gewre mamoste Mihemed bavê Dilêr
bihîst b goman koçkirina vî welatparêzî wê
vakehiyekî di meydana xebata kurde bihêlê lê jiyan
wesa ye.
Ser saxiyê ji zarokê wîre ji kes û karê
wîre ji heva û hogirê wî re di xwazim û hêvîarim
ku Yezdanê gewre wî bi dilovaniya xwe wî şad bike
di buhişta rengînde..
Luqman silêman
Berêz keça kurd
Berêzênd hêja malbata mihre
Berêz kak Ebdurezaq Melle Ehmed
Gelî dost û heval û hezkirên mihre li welêt û
penberiyê
Ez sersaxiya we û gellê kurd dikim bi koçkirina mamosteyê
bala û hêja Mihemed Mele Ehmed li penaberiyê dûrî
gell û welat û bi evê helkefta xemgîn ez mezda lav dikim
ku mehre bi dilovaniya xwe şake û hedan û aramiyê bi
qîma gellê kurd û her wiha malbata wî bighêjîne
Dilê Amûdê – Amûdê 30/9/2009
Xweshka heja Keca Kurd
Hezar rehmet li Gorna Mamostye mey heja.
Mamosta Ked u Xebat u Kar be rawistan kiriye heta cu li ser dilovaniza xwe.
Wek Shexis min kesi weke wi heja u Dil paqij u Dilovan qet nedit.
Mamostye mey heja we her tim u her gav li bira me be.
Kul girane li mixabin Cerxa feleke ve derbe ji kesi re nahele.
Bila Sere we u Malbata we sax be.
30.09.2009
Biraye we Hevale Nemir
Badradin Arafat u Xanima xwe Farha Xelil
Helbestvana Kurd, xwiska me ya hêja Keça Kurd
Malbata nemir ê gorbihist
Me,di rêxistina Elmanya ya partiya Demoqrata kurdiya Sûrî
de, bi dilekî xemgîn, nûçeya koça dawî
ya mamostayê xwe wergirt, bi vê helkeftinê emsersaxiyê
ji glê kurd re, bi tevayî dixwazin, herweha bi taybet em sersaxî
û deyaxê ji malbata wî re dixwazi, û hêviya ma
ji Xweda ew e ku wî bi dilovaniya xwe sa bike û cihê wî
bihist be
30.09.2009
Bavê Narîn
Hêja Keça Kurd
Brayê delal Hîm
Ez sersaxiyê ji bo we hêvî dikim, û Xweda bi dilovaniya
xwe di bihustê de Hêja Mihemed Mele bi cih bike.
Di bîrana gelê Kurd de her cihê wî di warê rêzkirtin
û serbilindiyê de be.
30.09.2009
Nezîr Palo
Sersaxi bo malbeta mele Ahmed,
hêje mamuste Mihemed ew jî xwedî kedek herî gran û
buha bû, wek xwendinamin jêre , ewê bimîne di cihên
ji rêza navdarên bingehîn di tevgera siyasî di Sûrya
de , sed rehma xwedê li mamustê birêz Mihemedê Mele
Ehmed be, xwedê bihn firayî bide malbeta hêje Mele Ehmed.
30.09.2009
Arsevin Mikail
Bi dilekî xemgîn me bihîst ku dilê Mamoste rawestya
û cû li ser dilovanya xwedê,
bi rastî yên weke mamoste ji mere girîngin û pêwîstya
miletê kurd gelekî bi wan heye ,taybetî di vê qonaxê
de.
Mamoste gelek kar û xebat ,keft û lebat ji bo miletê xwe kir,di
destpêka xortanîya xwe de heya roja dawî ji temenê wî,banga
wî tim yekîtî û biratî bû ,pê§keftin
û zanebûn.
hezar silav li ser canê mamoste Mhemed mela Ahmed û hêvîdarin
ku cihê wî beh§t û bextewar be.
birayê we Bavê Hêwa
Bo hêja Keça Kurd,
bi xemgînîyeka mezin min nûçeya koçkirina kulfetê
te birayê me yê xebatkar Mihemed Mele Ehmed bihîst. Ew bi
rastî yeke ji cangorîyên rêya kurd û Kurdistanê
û ewê her bimîne zindî di dîroka gelê me
da û di dilên heval û hogirên xwe da.
Ji we ra sebr û sersaxî û ji kek Mihemed ra dilovanîya
Xudê hêvîdikim.
Helbestvan Gundî
Berlîn, 30.09.2009
Hêja Keça Kurd, xanima Rehmetî seydayê Mihemedê
Mele Ehmed û zarokên wî...
Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya koçkirina seyda bihîst,
ew kesayetiya welatparêz û milletperwer, yê ku ji destpêka
jiyana xwe de dest bi xebata siyasî kiriye, ew rêka ku têde
di ber mafên gelê kurd li sûryê de temenê xwe
bi xebatek bê rawestan bûrandiye.
Gelê me tu carî ked û xebata seydayê Mihemed mele Ehmed
û hemû xebatkarên ku di vê riyê de canê
xwe dane, tu carî wan ji bîr nake, ewê her sax bimînin
di dîroka gelê me de.
Bila serê zarokê wî û malbata wî û hemû
gelê kurd sax be.
Xwedê wî bi rehma xwe sa bike, cihê wî buhist be.
Ehme Heso
30.09.2009
Elmanya
Sersaxî bona malpata mele Ahmed,
Bi dilekî xemgîn me bihîst û bi dilekî birîn
sersaxiyê bona we birêdikim .birastî mamoste mihamed di hat
zanîn wek siyasetmedar wek dîroknivîs wek mirovek xêrxwaz
ku dixwest tevger bê ser hev û xebateke birastî bona pirsa
kurdî bike lê hêvî negiha dawî û carek din
ez sersaxiyê bona hemî malbata wî dikim û hemî
dost û hevalên wî .û saman behra hemiyan.
Dildar Ismail
ELMANIYA
30.09.2009
Serê we û Gelê Kurd Saxbê
Arî husgolkî
jindires.com
sherawa.com
Xuska Keça Kurd û Bezêz Dilêr Êvar Bas
Bi dileki xemgin u shsketi ,me bihisti ko nestiman perwere kurd emezin,rewsenbir
u siyaset medare hêja berêz Mihemede Mella Ehemed
kocbarkir ji nav me.Hemû jiyana xwe ji bo millete xwe qedant.
li gora wî be,xwede wî bi rahma xwe sahbike,bire cihê wî
buhistbe.
Ser saxi ji bo malbate wi,xwede arame bide wan.
Bi nave xwe u malbata xwe li Almanya û Hisiça ,ez carekdin sersaxye
Gelê Kurdr e ûXuska Keça Kurdr e ji malbata wî re dixwazim.
Silêmanê Mecîdo,Hassan Dawid ,Nazdar Jomaa
Roj basch xoschka Emina,
ji bo mamosta Mihemed ez saxya te ü zaroke te dixwazim ü bere sere`te
wan saxbin. gelek silave` mi ji were.
Siham Yusif
Xwedê welatparêz bi rehma xwe sa bike
xwiska hêja keça kurd....vê xeberê dilê min xemgîn
kir, û ez vê xemgîniyê bi te re par vedikim, dizanim
wê pir bi te zor be, ji ber temenekî dem dirêj we bi hev re
dûmand, lê ez bawerim wê Xwedayê mezin sebrekê
bê hempa bide te.
Ez ji xwedayê mezin dixwazim, ku cihê rehmetî bihista narîn
be.
Ez dîsa ser saxiyê ji te re dixwazim, û ji hemû gelê
kurdistan re jî
birayê we
Azer Osê
Hêja Mamostên û Birayên delal
Bavê Ehmed , Bavê bawer
Ceger , Bawer , û Malbata Mele Ehemed tev:
Wek pir kesên Kurd ez jî bi nûçê dilovaniya mamosta
M M Ehemed pir êsyam û li ber ketim , bi dilekî kerem ji dil
ve jêre dilovanyê û ji were sersaxyê lavdikim û
hêvydarim go ev dawya êsê ji were be.
Carek din dilovanî ji mamsote re û sersaxî ji were lavdikim
.
Birayê we
Se'edê Mele Seyîd ( Amûdê )
Sam 2/10/2009
Xwîska hêja Keça kurd
Berêzên hêja malbata Mele Ehmed
bi dilekî melûl û xemgîn me koça welat parêz
û nivîskar
û mamoste Mihemed bavê Dilêr bihîst bê goman koçkirina
wî
wê vakehiyekî di meydana xebata kurde bihêle
Ser saxiyê ji zarokê wîre ji dost û ji heval û
hogirên wî re di xwazim û hêvîdarim ku xweda wî
bi dilovaniya xwe sad bike.
Silêman azer
Qamislo
2.10.2009
Nivîskara delal Kecha Kurd,
min bi dilekî xemgîn nûcheya kochkirina mamstayê hêja
Mihemedê Mele Ehmed bihîst.
Bera serê we û serê zarokên we sax be.
Xwedê wî bi dilovaniya xwe shabike û cihê wî bihusht
be.
Helîm Yûsiv
Xîska mine hêja Keça Kurd
Min bi xemgînî derheqa wefetbûna birayê hêja,
nivîskar, sîyasîmedarê bi nav û deng, mirovekî
bi herfê mezin Mihemed Mele Ehmed da bihîst. Min ew nas dikir wek
mirovekî maqûl, hevalekî amin, weletparêzekî eyan,
ku karibû her tist bida ji bo azaya welatê xwe.
Bi nivîsarê xwe, bi emekê xwe ewê tim dilê gelê
xwe da bijî.
Rema Xwedê birayê meyî hêja be.
Bira serê malbeta we, bira, pismam, dost, heval, hogira saxbe. Bira serê
gelê Kurd saxbe.
Ez êsa we nîvî dikim.
Eskerê BOYÎK
03.10.2009
Mamosteya hêja Keca Kurd
Bi dilekî xemgîn me xebera wefata Mamosteyê hêja Mihemedê
Mele Ehmed bihîst. Bila Serê we û serê gelê kurd
sax be. ji aliyê xwe me wek beshê erebî di Roj tv de xebera
wefata rehmetî da û nûceya xemgîn ragihand. Mamoste
tekoshînek hêja kir, ji ber hindê ew dê her zindî
di dilê gelê xwe de bimîne.
Dîsa serê we sax û rehma xwedê lê Mamosteyê
hêja be.
Birayê we
Tariq Hemo
JI MALBATA NEMIR MIHEMED MELE EHMED RE
Xuska hêja Keça Kurd
Bi ês û keder û bi dilekî xemgîn me nûçeya
koçkirina mamosteyê nemir û welatparêz M.MELE EHMED
bihîst.
Ez binavê malabata xwe serxwesiya we dikim, me heval û dostekî
xwe winda kir û her ewê di dilê mede bimîne. careke
dî bila serê we û malabata we sax be û xwedê wî
bi dilovaniya xwe sah bike.
Bila serê gelê Kurd sax be.
Bavê Ronî - Berlîn
Sersaxî
Nivîskara hêja Keça Kurd
Min bi dilekî pir xemgîn koçadawî a hevsrê we
Nivîskar Mihemdê mele Ahmed bihîst, ez vê êsa
we ya mezin bi were parvedikim û ji xwedayê dilovan hêvîdikim
ku nemir Mihemed bi rehma xwe sabike û sebir û aramiyê bo
canabê we û hemî malbata we bisîne.
bera serê we û gelê Kurd saxbe û xwedê wî
bi buhesta xwe sabike.
Xebat Sakir
05.10.2009
Mamoste Giranbúhe,..Keçakurd,
Bi Dilekí xemgín, me Dengé koçbúne Mamoste
ú Hevaljíné Te, Nivískaré Welatparéz
MIHEMED bihíst.
Dilovaní ji Xwedayé Meziní Mehreban bo Mamoste MIHEMED
ú Sersaxí bo Te, Malbaté ú Me Gelé Kurd teví...
Chemal Alí, Keçe Alíé bavé Beréz
Berlin
Tel.:030-850 73 256
Ez ticere Alíkariye Te bo mi ú xuhe min NUAL, li Dibistané(Qamislo)
jibír nakim.
Ez Deyndare Teme, zor spas...