Ez vê helbestê ji canê pakî Mihemed re diyarî dikim..

 

 

Hevalê min

 

 

Keça Kurd

 

Bi şûntermê li darbesta çelengê xwe

Ez çi avê bireşênim.

Da werekên xwe ez pêre

Bi xemgînî birijênim.

Zevî-axa hevjiyana me herdûkan

Pê av bidim.

Dêma gulên

Gulîstana bîranînan

Ez pê bişom,

Ez pê bişom.

 

Min dî bi lez

Ji kanîka herdû çavên

Min robarek diherikî.

Ji deryaya dilê min pêl

Bilind dibûn,

Li gerdena hev alihan,

Lehî rabûn.

Li ser milên hev siwar bûn,

Şeka pêlan

Bihêz dihat,

Dame ber xwe,

Wê bi xurtî ez avêtim.

 

Li bahoza evê kêrê,

Çeng û perên min şikestin.

Ji kûrahî dilê min ve,

Birûskekê bi hêz lêda,

Rehnî veda,

Nehêniyên min vêvirîn,

Evîna me,

Ya ku ji mêj

Di kuncikên bêhemdî de

Jibîrkirî

Di nav xwîna laşê min de,

Ji nû jenî.

Soregulên hejêkirin dibişkivîn,

Lê ez çibkim pîrhevoka

Vê roja reş hembêz kirim.

 

Hevalê min!

Xweşpariyê

Li nav lêva jiyana min.

Ezê îro,

Ji tenûra hinavê xwe,

Germenanê vê rastiyê bişikênim.

Ji dostên xwe naveşêrim:

Min nezanî

Evîna me

Wek volkanên binê erdê

Veşartî bû,

Bi hêminî ew dikelî

Ji nişka ve

Li min derbû.

Vereşana wê volkana agirînî

Laşê min tev

kire birîn,

Kire birîn.

 

Hevalê min!

Di ahenga vê kêrê de,

Li govenda xatirxwestin,

Kerr û lal im.

Nizanim ez şagotinên helbesta xwe

Ji kû bênim?

Rengê sorî xecxecokên

Li Bedena Qamişlokê,

Rengê toza li nav cadên Qidûrbegê

Bihûnim ez:

Keziyên jiyaneke nû,

Ji guliyên keskepejên

Darheşina ramanên te,

Ji kodika dilê te ê mişte hêvî.

 

Nizanim ez

Bi çi rengî

Herdû çavên xwe kil bikim:

Rengê roja çuyî ava

Tarîşeva konvedayî

Rengê zerî vê payîza pelwerandî

ji rengê vê bahoza malwêranî

A bêwextî

Ji rengê sitûna mala min

A şikestî.

 

Di nav mij û morana xemên xwe de

Bablîsoka gijgotinan,

Li êzingên vê tifika dilşarandî,

Ji rengê perên reşqijakê,

Vê helbestê bineqşênim.

Got û bêjan

Wekî sîxên sertûjkirî

Di zevîka dilê xwe de

Ez diçênim,

Ez diçênim.

 

Hevalê min!

Dixwazim ez

ji vê xewnê hişyar bibim,

Ji vî reşê pîrhevokê

Ez direvim,

Dixwazim ez

Ji delavê xwe derkevim,

Lê zengilê hiş lê dide,

Li tingalên vê rastiyê hildipekim,

Dizanim ku ew ne xewn e,

Wek nêçîra li nav zikê zihamarî,

Di navê de

Têm guvaştin.

Werekên min

Weke pelên vê payîzê

Ji derûnê min diweşin.

 

Li pêşwazî vê hewarê,

Li erdeke derzîdayî,

Bi pêxwasî ez dimeşim,

Xunavek ya ji agirî,

Li ser laşê minî lawaz,

Xweş dibare

Xweş dibare.

 

Hevalê min

Hevalê hevjiyana min

Li rehniya sitêrika te a bilind

Sozek didim

Wek rahibên rast û zahid

Di hicrika te de rûnim

Ji pirtukên rêbaza te

Şev û rojan her bixwênim

Mandû nebim

Ji xeman re

Serê xwe ez nişûv nekim

Mil danexim

Ji aviha pelsebarê

Ji tehlîşka wê fincana

Şevên dijwar

Ji xuhdana zêndanên te

Birînên xwe melhem bikim

Bipêçim wan

Bi hevrîşmê ramanên te