Gotina malbata nemir Mihemedê Mele Ehmedê tûj di 40 Rojîya Koça wî ya dawî de


Bi navê malbata Mele Ehemdê Tûj, bi navê xuh û birayên min û diya min Keça kurd, hun bixêrhatin û ser seran û ser çavan.

Malbata mele Ehmed pir kêfxweşe ku îro jî dikarê mêvanên meznê malê, mêvanên Mihemedê Mele Ehmed hembêz bikê, xidmeta wan bikê û wan deynê ser çavên xwe. Em hêvîdarin ku hun hertim bibin mêvanên me da bi haziriya we hinek germî bikevê wî cihê ku bavê me li paş xwe vala hişt.


Mêvanên hêja,

Bavê me koçkir, koça wî ya dawî bû. Ji Mûsilê berû Dêrikê, ji Dêrikê berû Qamişlo, ji Qamişlo berû Elmanya, û dawî ji Laşê wî yê pîroz berû kûde??. Rihê wî yê pîroz ji laşê wî derket. çû. Ji laşê xwe dûr ket. Ez nizanim dûrketina mirinê çiye, lê ez zanim biqasî rihê wî dûrî laşê wî ketîye, ewqasî rihê wî nêzîkî laşê me bûye. Nêzîkî me bûye, hevjiyana wî Emîne, zarokên wî Dilêr, Sîmîn, Hîm, Zêrîn, û Kawa.

Belê dûrîya mirinê zehmete, nemaze gava ji nişka ve bibe mêvan. Gava rihekî giranbuha bi xwe re bibe û bi xwe re nebes cihekî vala bihêlê lê cîhanekê serûbin bike. Jiyana Malbatekê bê reng bihêlê. Belê babo em hij te dikin û poşmanin li wan kêlîkên ku tu li cem me bû û me te hembêz nedikir, poşmanê wan kêlîkane ku tu li cem me bû û me dengê xwe bilind nedikir di wê mekîna bihîztinê de di guhê te de û bi te re em bêhtir ne diaxivîn. Em poşmanin ku me tenê di heyvên dawî de bîra leysitika bi te re bir, bîra kaxezan bir da em karîbin bêhtir nêzîkî te bibin û êşa penceşêrê bi te bidin jibîr kirin, tenhatiya kêmbihîztinê li te kêm bikin.
Babo maçî anya te dikim, maçî destê te dikim û lêborînê dixwazim ji ber min piştî koçkirina te nikarîbû riha te biqusînim, nikarîbû bedlê te û girava te te li te bikim û bi wê bejn û bala bilind, bi wan cilên xweşik te rêkim Qamişloka te. Wilo xweşik wekû tu hertim diçûyî pêşya mêvanên xwe. Ew bedle û giravata ku te hertim dixwest ez li xwe bikim û wekû te lihevhatî bim di her civakê de. Lêborînê dixwazim ji ber min bîya te nedikir û ji bedla dûr diketim. Poşmanin ji ber bi te re nediçûm civata siyasiyan, ji ber ez kêm diçûm civata mêvanên te yên mîna te giranbuha, kêm diçûm şevbuhêrk, civîn û dîtinên ku tu lê amade dibû. Bibûre babo... Lê ez terbîya te me, eger hayê min û te jê tinebû jî, lê niha gava ez li dîrokê dinerim, dibînim ku tu jî di 30 saliya xwe de, di sala 1964an de te dev ji karên siyasî berda, te nikarî bû bibînî ew partî, ew rêxistina pîroz ku te bi gelek hevalên wan rojên teng û zehmet de ava kirbû, te nikarî bibînî çawa ew partî dibe du parçe û loma te dev ji kar berda, dev ji rêxistinê berda. Ez jî 30 salîme weke te û wê demê, lê partî ne 2 parçeye babo, partî 21 parçeye. Ezê çawa karîbim bedle û gravatê li xwe bikim û herim civata parçe û pîneyan??? Ew civatên han tenê bi hebûna te xweş bûn, lê niha tu jî ne li wirî, gelo ezê çawa karîbim herim di wan civatan de rûnim?

.
Ez tênedigiştim wateya xebatê di nav parçe û pîneyên mîna dikana terzî û xeyatan de. Tênedigiştim sedema gera te ya bê westan, hewldanên te yên bê hempa ji bo dirûtina van parçeyan.


Di dema ku dextoran hêvîyên me di dirêjya jiyana te de qut kiribûn, di dema ku dextoran ji me re digotin xatiran ji bavê xwe bixwazin, te ji me dipirsî, „ ka meşrû3 xilas bû??“ ka komîta karê hevbeş ê karîbe partîyan di bin sîwanekê de kombikê. Te xweşik dizanî ku bûbû dema xatirxwestinê, lê hîn dilê te li cem wê civatê bû, ew civata ku te berî 57 salan hîmê yekemîn ji bo rêxistina wê danîbû. Di 17 salîya xwe de te Xortên kurd di bin siha dîmokratîyê de civandibûn. Bi te zehmet bû piştî nêzîkî 60 salî dinya tev pêşketibê, lê tenê rêxistina te avakirî di 21 pîneyan de serûbin bûbe.
Hêsirên me tevan dibarîn ji ber nexweşiya te, lê awir û ramanên te her li azadî, wekhevîyê bû, awirên te li ser xebat û yekbûna rêxistinê bû.

Belê ez tênedigiştim gelek tiştan, bibûre babo, ji ber min carna nerîn û bawerîyên te dikir cihê gengeşîyê, ji ber min carna rêya xwe rast didît û biya te nedikir. Bibûre ji ber ticarî min wilo dilê xwe ji te re venekir û hezkirin û ihtirama xwe ji nerîn û bawerîyên te re tenê di dilê xwe de hiştibû û ji te re nedida xuyakirin.

Babo, ez îro hatime pêşya mêvanên te, pêşya dostên te. Siyasîne, nivîskarin, rewşenbîrin, birêvebirên partî, komel û rêxistinane, hatime wan bikim çavên xwe de, hatim xizmeta wan bikim, û min bedle û giravat li xwe kirye, wekû te hertim dixwest. Û ez soz didim te ticarî ji vê civata te dûr nekevim, her û her rihê xwe bikim qurbana wê xebata ku te destpê kir, qurbana wan bawerî û wê azadîya ku te ji gelê kurd re hêvî dikir.

Belê babo, laşê te ji me dûr ketye, lê em zanin û xweşik hest dikin çawa rihê te niha di nav me de ye li cem me rûnsihtiye. Xweşik hest dikin çawa tu niha dixwazê ku em hew behsa dûrîya te bikim û em li ser kêşa miletê xwe biaxivin, li ser xortên kurd biaxivin yên ku li 3eskerîyê tên kuştin, li ser mafên çandî biaxivin mafên siyasî û li ser wê yekê biaxivin ku Partîya 57an kurdistanî bû û ne kurdî bû, ku kurd li Sûrî miletekin û ne kêmnetewekin, li ser wê yekê biaxivin ku Apo Osman Sebrî sîmbola ramanên duruste û berî hertiştî ser wê yekê biaxivin çawa Bizava Kurdistana Sûrî vegere yek rêxisin.


Babo, me dizanî nexweşiya te gihabû talî, me dizanî tê dev ji me berdê û herê, lê me nedizanî dûrketina te ewqas zehmete, me ne dizanî ku jiyana dûrî te, xwarin û vexwarina bê te, civata bê gotin û şîretên te ewqas zehmete.

Bi navê malbatê
Hîmê Mihemedê Mele Ehmed

08.11.2009 -

*Hate xwendin di 40 Rojîya ko
ça dawî ya Mihemedê Mele Ehmedê Tûj de