Tevî ku tiştekî nexweşe li cem me kurdan yekî li xelkê
bipirse, û min ji xwe re gote: Bi xwedê ez vê kula
han ji dilê xwe nahêlim. Û ez pirsa vî camêrê
por sipî bikim,
qonaxeke balkêş e. Li Sûryê bi xurtî û
dilekî germîn Mihemed Mele Ehmed kete rêza xebata
partiyê, ji dil û can, bê tirs û perwa karê
xwe yê rêzanî nav hevalan û li herêmên
kurdan dikir, lewra cihê xwe nav tevgerê û n gelê
xwe bi xurtî dît ji bo mafên xwe yên bingehîn
di her mercên zehmet de li ber xwe daneke mezin kir.
Teqez ewana bi arûziyeke (şewq) germ li seranserî welêt
tîrêjn hişyariyê belavkirin û bi rengekî
berz berxwedana xwe kirin, Hêjaye gotinê gel xwe li dora
wan dabûhev, her rengê alîkariyê ji wan re pêşkêş
dikirin, ta rêzdariyeke mezin li Kurdistana Îraqê
çêbû, belê di nav vê partiyê de
zana û xebatkarên kurdan rêxistina partiyê
geşkirin, Divê kes jibîra neke ku helewestên wan yên
rêzanî bandora xwe li kurdan kirin nemaze li başûrê
Kurdistan. Erê ji nêv vê rêxistina han
kesayetiya welatperwer Mihemedê Tûj rabû û
bi hemû hêz û jiyana xwe ve ji bo û çaresekirina
doza gelê xwe xebateke mezin kir, ne bes wisan jî lê
ew gelek caran kete binê zindanê Qamişlo, û Şamê,
ji nêzîk ve helesa bend û zindanên naskir, lê
dilê wî pola bû, ew timî bi vîneke xurtir
derdiket, belê ew li kolanên Qamişlo bi serfirazî
diçû û dihate, hêzên dewletê didîtin,
digotin eve xwediyê zindanê.
Û li gor her dû pirtûkên wî yên
ku min ya dudyan çapkir ew yek bû ji welatparêz û
kadirên pêşî bû, ango piştî Nûridîn
Zaza, Osman Sebrî, Hemîd Derwîş yek bû ji wan
bazên ku xebata wan cihê serbilindahiyêbû,
Ji wan axaftinên balkêş ew bû ku Mamoste Mihemedê
Tûj ji Apo Osman Sebrî re digote:
Apo tê bîra te me tucaran xwe ji riya xebata xwe neda alî,
em timî wekî pola li pêşî bûn, tu caran
çalakiyên me ranewestiya, dûşa me xwar ne bû,
em li her çalakiyên dijwar li pêşî bûn,
em wekî perika tivingê baz didan, em ji her tiştî
re amedebûn.
Sal û dem û dewran derbasbûn, ez ji bo pirtûka
xwe ya li ser elfebeya kurdî û paşê kovara ASO dihatim
Cezîrê, car carna me hevdû didît, û
wisan pêwendî û têkeliyên min û
Mamoste Mihmed û xanima wî ya rêzdar Keça kurd
xurtirbûbû û me berhemên wê di kovara
ASO de belavdikir, û hêjaye gotinê ku di jînengariya
vî niştimanperwerê han de du xalin giring hene ewî
tucarî jê derneket:
A pêşî: ewî tucaran digel perîşaniya ku dîtî,
rewşa kambax a ku dît, lê dev ji rêza xwe welatperwerî
berneda.
Adudyan: hezkirina wî ji rewşenbîriyê û bi taybetî
ji zimanê kurdî yê resen û ji destpêka
xebata xwe ve mijûlî vî zimanê han bûbû,
pirtûkên xwe wekî ya li ser Apo Osman Sebrî
û hinin dini niviîsandibû.
Di dawiyê de silav û dirûd li rêka te û
rêka her niştimanperwerekî kurd di vê riya serfiraziyê
de koçbar dike, û çirîsak ronahiyê ji
gel re ronî dike.
siyamendbrahim@gmail.com
Qamişlo 4 10 2009